Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, li Antalyayê bi nûçegihanên darazê re hate gel hev.
Tunç, bi bîr xist ku ev biryara DMME'yê ne biryara yekemîn e û got: "Di demên berê de biryara wan a ji bo Ocalan jî heye, biryara Kavala heye.
Biryarên hevdîtinên wan li Komîteya Wezîran didomin jî hene. Ya li vir, têkildarî Demîrtaş û Doza Kobanê ye."
Yilmaz Tunç diyar kir ku biryar niha 22'yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Enqereyê tê dîtin.
Tûnç di dawiya axaftina xwe de got:
"Di asta ewil de hukm hate dayîn û ev hukm li îstînafê didome. Lewma jî nirxandina di vê mijarê de niha li ber destê dadgehê ye.
Em teve bi hev re bibînin ka dê dadgeh çi biryarê bide."