Lijneya Giştî, wê hevdîtinên têkildarî Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Qanûna Weqfan û Hinek Qanûnan, bidomîne.
Muxalefet vê pêşniyarqanûnê, weke zagona pêşkêşkirinê, pênase dike û heya niha ji 19 xalên pêşniyarqanûnê, hefteya borî, li ser 10 xalan hat erêkirin.
Piştî ku nîqaşa li ser pêşniyarqanûnê bi dawî bibe, wê nîqaş li ser pêşnûmeya sererastkirina qanûna bacê û hin qanûnan û Fermana Qanûnê ya Hejmar 631, ku wekî "pakêta bacê" jî tê zanîn, dest pê bikin.
Di 11’ê Mijdarê de, wê budçeya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, di 12’ê Mijdarê de, budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, di 13’ê Mijdarê de, budçeya Wezareta Ciwan û Werzîşê û di 14’ê Mijdarê de jî budçeya Wezareta Çand û Turîzmê, bên nîqaşkirin.