Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ê 10 rojên din bide Îranê da ku Tengava Hurmizê ji nû ve veke yan wê santralên elektrîkê yên Îranê ji holê rake.
Piştire Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku hedefgirtina Îsraîlê ya tesîsên pîşesaziya pola û enerjiyê bi dema dawî ya dîplomasiyê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daye re, nakok e.
Her wiha Ebas Eraqçî tekez kir ku wê Tel Avîv ji bo tawanên xwe berdêlên giran bide.
Daxuyaniya Îranê piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşî tesîseke hilberîna ava giran li nêzîkî bajarê Arakê li navenda Îranê kiriye.
Ava giran ji bo hêdîkirina notronan di reaktorên nukleerî de tê bikaranîn.
Her wiha Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan li parêzgeha Yezdê ku ew jî li navenda Îranê ye, tesîseke hilberîna konsantreya Uranyûmê kiriye hedef.
Ji aliyekî din ve, Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku Îranê eşkere kiriye ku tesîseke wê ya hilberîna Uranyûmê li parêzgeha Yezdê rastî êrîşekê hatiye û destnîşan kir ku li derveyî cihê bûyerê ti zêdebûna asta radyasyonê nehatiye ragihandin.