Îsraîl: Me li dijî Îranê pêleke berfireh a êrîşan daye destpêkirin

Artêşa Îsraîlê roja 12’ê Adarê, êvarê diyar kir ku wan li dijî binesaziya Dewleta Îranê dest bi êrîşan kiriye. Her wiha Berdevkê baregeha Xatim El-Enbiya gef li Îsraîl, Amerîka xwar ku ew ê binesaziyên enerjiyê hedef bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Artêşa Îsraîlê êvara Pêncşemê ragihand ku wan li dijî binesaziya Dewleta Îranê pêleke berfireh a êrîşan daye destpêkirin.

Li deverên cuda yên paytexta Îranê, ​​di nav de Velencek, Qeyteriye, Tehran-Pars û Meydan Hur, dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gorî raporan, welatiyên li bajarên cuda yên Îranê, di nav de Tehran, Kerec, Şîraz, Mahşehr, Feredîs Kerec û Ehwaz jî dengê teqînan bihîstine.

 

Zulfeqarî: Em ê petrol û gaza li herêmê bişewitînin

 

Li aliyekî din, Berdevkê baregeha Xatim El-Enbiya ya Supaya Pasdaran Îbrahîm Zulfeqarî, gef li Îsraîl, Amerîka û welatên herêmê xwar ku ew ê binesaziya enerjiyê armanc bikin.

Îbrahîm Zulfeqarî wiha axivî :

"Eger li ser binesaziya enerjiyê û benderên Îranê êrîşeke biçûk were kirin,

Em ê petrol û gaza li herêmê bişewitînin.

Êrîşa herî biçûk a li ser binesaziya enerjiyê û benderên Dewleta Îranê, dê bibe sedema bersiveke me ya tund û wêranker."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye