Balafira Amerîkayê li Îraqê ket

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ragihand ku balafira sotemeniyê ya artêşa Amerîkayê li Îraqê ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ragihand ku roja pêncşemê li rojavayê Îraqê balafira sotemeniyê ya bi tîma KC-135 kete xwarê û karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

 

 

Rayedarên Fermandariya Navendî ya DYA'yê got:

"Ev buyer, di dema Operasyona Hêrsa Destanî de li qada hewayî ya dost qewimî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku du balafirên bi balafira sotemeniyê re bûn, bi rengekî ewle daketin.

Hîn diyar nebûye ku di bûyerê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

Ev bûyer, ji destpêkirina êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê û vir ve balafira çaremîn a DYA'yê ye ku hate xistin.

Di destpêka vê mehê de sê balafirên şer ên DYA'yê di encama "êrîşa dost" de bi şaşitî ji aliyê Parastina Hewayî ya Kûweytê ve hatibûn xistin û personelên wê bi rengekî ewle rizgar bûbûn.

Di şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê de heta niha 7 leşkerên DYA'yî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Reutersê nêzî 150 leşker jî birîndar bûn. Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yên Îranê jî diyar kir ku li welatê wan zêdeyî 1300 kes hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye