Li Stenbol, Enqere, Kocaelî, Antalya, Çanakkale, Bursa û Îzmîrê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girt.
Di serdegirtina malan de parêzer, xwendekarên hiqûqê, endamên komeleyan û nûnerên sendîkayan, seroka şaxê Stenbolê yê ÇHD'ê Ezgî Onalan jî di nav de, bi dehan kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên bidestxistî, li Enqereyê 46, li Kocaeliyê 3, li Stenbolê 16, li Edeneyê 8 kes hatin binçavkirin û li bajarên din jî hejmara binçavkiriyan hîna nayê zanîn.
Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) ragihand ku parêzer Ezgî Onalan serê sibehê di serdegirina mala xwe de hat binçavkirin.
Daxuyaniya ku li ser medya dîjîtal hat weşandin, tê de hat ragihandin ku gelek kes di serdegirtinên hemwext de hatin binçavkirin.
Der barê serdegirtinan de ÇHD’ê Daxuyaniyek parve kir
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Seroka şaxê me yê Stenbolê parêzer Ezgî Onalan serê sibehê di operasyona polîsan de li mala xwe hat binçavkirin.
Hevdemî vê yekê, gelek muwekîl jî hatin binçavkirin.
Bila dawî li operasyonên siyasî bê anîn ku ji bo baxçeyekî gulan ê bêsitirî bide NATO'yê, tên kirin."
Kesên ku hatin binçavkirin, ji bo birin emniyeta vatanê ya Stenbolê.
Ji hêla din ve, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê Xê bertek dan binçavkirinên ji ber lutkeya NATOyê.
Hevserokan wiha gotin:
“Em li vir bang dikin, destên xwe ji ser huner, çapemenî, zanist û heqîqete bikişînin. Pêdiviya vî welatî ne bi zextan tune ye lê bi edalet û azadiyê heye.”