Elî Zeydî: Pêwîst e hemû dahatên Herêma Kurdistanê vegerin bexdayê

Piştî deriyê sînorî, gumrika niha jî hikûmeta Îraqê daxwaza radestkirina hemû dahatên Başûrê Kurdistanê dike. Hate ragihandin ku di civîna Encûmena Wezîran a Îraqê de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî daxwaza vegerina hemû dahatên Başûrê Kurdistanê ji bo Bexdayê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civîna şeva borî ya Encumena Wezîran a Îraqê de, di navbera Serokwezîrê Îraqê û wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî de ku wezîrekî Kurd e, der barê dahat û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê de rageşî û nîqaşeke germ derket.

Serokwezîrê Îraqê daxwaza zelalmendiyê kiriye û ragihandiye ku "pêwîst e hemû dahatên Başûrê Kurdistanê bi awayekî zelal û şefaf vegerin Bexdayê.

Hûrgiliyên nîqaşê bi vî awayî ne:

Ev nîqaşa tund di civînê de li ser mijara budce, mûçe û mafên darayî yên Başûrê Kurdistanê derketiye.

Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî daxwaza şandina mûçeyên fermandarên Kurdistanê kiriye û behsa rewşa zeviyên gazê yên Kormorê kiriye.

Di dema nîqaşê de Wezîrê Darayî ya Îraqê (Falih Sarî) nerazîbûn nîşan daye û gotiye: "Me di sê salan de 22 trilyon dînar dane Herêma Kurdistanê û we ji para xwe zêdetir biriye." 

Elî Zeydî: Ji her cure nermbûn û jihevtêgihîştinê re amade me

Serokwezîr Elî Zeydî jî daxwaza zelalmendiyê di dahatên Kurdistanê de kiriye û gotiye ku divê hemû dahat radestî Bexdayê bibin. 

Lê belê, wî tekez kiriye ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye, ne ji bo afirandina qeyranên nû .

Ti biryar li ser şandina mûçeyên Başûrê Kurdistanê nehatiye dayîn

Her çiqas alozî çêbibe jî, serokwezîrê Îraqê daye zanîn ku pirsgirêka wî bi Başûrê Kurdistanê re tune ye û ev peyam daye:

“Em hemû di nav Îraqê de yek can in.

Ez hatime da ku pirsgirêkan çareser bikim, ne ku pirsgirêkên nû derxim.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye