Di Mijdara îsal de li Efrînê 5 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku di mijdara îsal de li Efrîna dagirkirî 5 kes di rewşên nezelal de hatin kuştin, kesek hat revandin 6 kes birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinê diyar kir ku du kes li cihên cuda ji aliyê dizan û kesên hawirde ve hat gulebarankirin û birîndarbûne.

Her wiha jinek piştî ku hevjînê wê ji aliyê çekdarên diz ve hat qetilkirin, di gulebaranê de birîndar bû.

Li gorî rêxistinê, dizan dema hewl dida diziyê bikin, li 2 kesan da, her wiha girûpên çekdar ên Tirkiyê a êşkence li ciwanekî kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku li gund û bajarokên Efrînê nêzî 8 hezar û 700 darên zeytûnan ji aliyê diz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin talankirin.

Li gundên Bafîlon, Ereb Wêran, bajarê Şêranê, Termîşê, Erendê, Remdana û bajarokê Şiyê gelek dar hatin birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye