Ofîsa parêzgarê Kerkûkê: Rêbwar Taha bi fermî parêzgarê Kerkûkê ye

Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgarê Kerkûkê ragihand ku heta vê kêliyê jî Rêbwar Taha bi fermî Parêzgarê Kerkûkê ye û ti daxwaznameyeke îstîfayê pêşkeşî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi nameyeke fermî endamên xwe vexwendiye civînekê ji bo guhertina peywira parêzgar.

Têkildarî mijarê, Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku, gotegot û nûçeyên li ser guhertina peywira Parêzgarê Kerkûkê derew in û got heta niha, Rêbwar Taha bi fermî Parêzgarê Kerkûkê ye û erkên xwe yên yasayî û rêveberî pêk tîne.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniya Ofîsa ragihandinê de wiha hat gotin:

"Rêbwar Taha pabendbûna xwe ya ji bo cîbicîkirina her biryara ku ji aliyê serkirdayetiya YNK'ê ve ji bo guhertina vê postê hatiye dayîn, nîşan da.

Lê wî tu nameyeke îstifayê pêşkêşî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nekiriye."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kerkûk di navbera Bexda û Başûrê Kurdistanê de, herêmeke bi nakok e.

Di 16'ê cotmeha 2017'an de hêzên Hikûmeta Îraqê ketin Kerkûkê û ew kontrol kirin.

Lê belê, beriya 2017'an Kerkûk di bin destê Pêşmergeyan de bû û girêdayî Başûrê Kurdistanê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye