Qedexeya derketina derve ya derbarê rojnamevanan de nehat betalkirin

Li Amedê, di doza 19 rojnamevanan de, biryara domandina qedexeya derketina derveyî welêt hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê, di doza 19 rojnamevanan de, biryara domandina qedexeya derketina derveyî welêt tevî nerazîbunan jî nehate guhertin.

 

Danişîna 10'an a doza 19 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amed de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû destpêkirin û doz hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê hat lidarxistin.

 

Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Abdûrrahman Oncu, Serdar Altan, Berîvan Karatorak û Esmer Tûnç û parêzerên dozê Rûşen Seydaoglû, Resûl Tamûr û Gozde Engîn beşdarî danişînê bûn.

 

Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û MLSA'yê û rojnamevan jî tevlî danişînê bûn.

 

Piştî parastina rojnamevanan parêzer Resûl Tamûr got: "Xebatên pîşeyî yên rojnamevanan tê astengkirin û hevdîtina wan a bi malbatên wan re tê astengkirin.

 

Ti hewldaneke ku qedexeya derketina derve bin pê bike çênebûye. Divê demildest ev qedexe bê rakirin."

 

Dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, biryara qedexeya derketina derveyî welêt da û danişîn taloqî 9'ê Tîrmehê kir.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye