Hat ragihandin ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro di seatên şevê de, baregeheke hêzên Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê ve bombebaran kir.
Li gorî ragihandina Başûr, balafirên şer êrîşî Alaya 2'yemîn a Tugaya 61'an a Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a Kerkûkê kirine.
Her wiha ev ne cara yekem e ku Kerkûk û Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tên.
Çend car in hêzên Heşdî Şebî yên li vê deverê, ji aliyê balafirên şer ên DYA'yê ve têne bombebarankirin.
Têkildarî ziyanên êrîşê, agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.