Erdogan: Me ji sedî 90 biryarên DMME'yê bi cih anîne

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku Tirkiyê ji sedî 90'ê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan duh li Enqereyê civiya û piştî civînê Erdogan daxuyaniyek da.

Erdogan eşkere kir ku ew rê nadin siyaseta nefretê û îdia kir ku Tirkiyê rêjeya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji sedî 90'e û ev rêje ji ya welatên din zêdetir e.

Her çend Erdogan dibêje, "Em biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cîh tînin" jî li welêt tişta tê jiyîn berovajî vê yekê ye.

DMME'yê beriya mehekê cara seyemîn di derbarê Hevserokê berê yê HDP'ê Selehatîn Demîrtaş de ku ev 9 sal in girtî ye biryar girtibû ku mafê wî hatiye binpêkirin û daxwaza berdana wî kiribû.

Her wiha dadgeh gotibû "girtina Demîrtaş madeyên 5'emîn û 18'emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê dike û tekez kiribû ku ev girtîbûn bi sedemên siyasî berdewam dike."

Li gel zextên sîyasî û biryara dadgehê jî Demîrtaş nayê berdan û hê jî di zinadanê de girtî ye.

Her wiha ne tenê Demîrtaş, li Tirkiyê ji bo Osman Kavala, Can Atalay û yên di heman rewşê de li gel biryarên DMME û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê biryarên dadgehan tên paşguhkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye