Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da xuyakirin ku Hikûmeta Veguhêz berpirsyara encamên bilindkirina asta rageşiyê ye.
QSD`ê hişyarî da ku ev êrîş yekser gefê li ewlekariya herêmê, jiyana sivîlan û binesaziya jiyanî dixwe.
Şeva borî Hêzên Hikûmeta Veguhêz derdora gundên Hec Hisên û Şêx Mihşî, tevî girê Syriatel ên li derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva êrîşan da, êrîş rawestiyan.
Di gel vê rewşê de, Hêzên QSD'ê asta amadebaşiya xwe li herêma Bendava Tişrînê bilind kiriye û daxuyand ku ji bo her êrîşekê amade ye.