Serokên Ewropî pêşwaziya hewldanên Trump kirin

Serokên Ewropî destnîşan kirin ku divê hêzeke pirneteweyî ya Ûkraynayê, di bin serokatiya Ewropî de were avakirin. Ûkraynayê jî, anî ziman ku deme êrîşeke çekdarî ya pêşerojê, bê kirin, divê tedbîrên ji bo vegerandina aştî û ewlehiyê werin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke dirêje ku gelek hewildan têne kirin da ku şerê Rûsya û Ûkraynyê were sekinandin, lê heya niha ti pêşketin çênebûne.

Hikûmeta Alman, li ser navê serokên Ewropî yên ku beşdarî danûstandinên Berlînê bûn, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku ew pêşkeftina girîng, di hewldanên Serok Trump de, ji bo pêkanîna aştiyek dadperwer û mayînde li Ûkraynayê" pêşwazî dikin.

Daxuyaniyê eşkere kir ku wan li hev kirin ku bi Trump û Zelensky re, ji bo pêkanîna aştiyek mayînde ku serweriya Ûkraynayê û ewlehiya Ewropayê diparêze, bixebitin.

Serokên Ewropî diyar kirin ku ew dixwazin garantiyên ewlehiyê yên bihêz û tedbîrên piştgiriyê ji bo vejîna aboriya Ûkraynayê peyda bikin.

Di danûstandinên Berlînê de, pêşniyara piştgiriyek berdewam û girîng ji bo Ûkraynayê, hat dayîn.

Divê hejmara artêşa Ûkraynayê bigihêje 800 hezar leşkerî

Li gorî pêşniyarê, divê hejmara artêşa Ûkraynayê bigihêje 800 hezar leşker, da ku bikaribe welat biparêze.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hêzeke pirneteweyî ya Ûkraynayê, di bin serokatiya Ewropî de were avakirin.

Ew hêz wê di derbarê ji nû ve avakirina hêzên Ûkraynayê, ewlekirina qada wê ya hewayî û piştgirîkirina ewlehiya deryayên de, bixebite.

Serokan daxwaz kirin ku mekanîzmayeke çavdêrîkirin û verastkirina agirbestê ya bi pêşengiya Amerîkayê û beşdariya navneteweyî, bê avakirin.

Armanca vê sîstemê, ew e ku ji bo êrişên siberojê hişyarî bide.

Ûkrayna: Divê tedbîrên ji bo vegerandina aştiyê werin girtin

Ûkraynayê jî, anî ziman ku deme êrîşeke çekdarî ya pêşerojê bê kirin, divê  tedbîrên ji bo vegerandina aştî û ewlehiyê werin girtin.

Peyman, veberhênanê di pêşeroja geşbûna Ûkraynayê de û piştgiriya tevlîbûna Ûkraynayê bo Yekîtiya Ewropayê dihewîne.

Lihevkirin dibêje ku divê sînorên navneteweyî bi zorê nayên guhertin.

Di dawiyê de, Serokên Ewropî tekez kirin ku heya ku li ser her tiştî li hev neyê kirin, tiştek nayê qebûlkirin.

Serokan gotin:"Divê hemû alî, bi tundî bixebitin, da ku bigihîjin çareseriyekê ku bidawîanîna daîmî ya şer misoger bike."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye