Li Efxanistanê ji ber kêmbûna fînanseyê navendên tenduristiyê têne girtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji destpêka sala 2026'an vir ve, nêzîkî 150 navendên tenduristiyê li Efxanistanê ku bi piştgiriya rêxistinên alîkariyê dixebitîn ji ber kêmbûna fînanseyan, ji xizmetê derketine.
Rêxistina Tenduristiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku girtina van navendan şiyana gihîştina bi xizmetên tenduristiyê ya bi mîlyonan kesan bi girîngî kêm kiriye.
Rêxistinê da zanîn ku ji ber vê rewşê, xebatkarên tenduristiyê êdî nikarin zarokan vakslêdan bikin û dayik û nexweş nikarin têra xwe bigihîjin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û baş.
Her wiha di daxuyaniya Rêxistinê tenuristiyê de hate diyar kirin ku niha li Efxanistanê 22 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovî ne, di nav wan de zêdetirî 14 milyon kes hewcedarê xizmetên tenduristiyê ne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku sîstema tenduristiyê ya Efxanistanê ku ji ber şerê dehsalan zirar dîtiye û alîkariya navneteweyî ji bo wê pir kêm bûye.
Efxanistan di nav wan welatan de ye ku hîn jî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ye.
Di nav wan de kêmxwarin, belavbûna nexweşiyên vegirtî û rêjeyên bilind ên mirina dayik û zarokan zêde bûye.