Sanchez: Wêneyê li Rojhilata Navîn ji şerê Îraqê xerabtir e

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku krîza heyî dikare encamên ji şerê 2003'an ê Îraqê girantir bi xwe re bîne. Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku êrîşên li derdora navendên nuklerê têne kirin dikare 'felaketê' bi xwe re bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şerê li Rojhilata Navîn giran dibe.

Ji civaka navneteweyî jî hişyarî zêde dibin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li Parlamenta Spanyayê axivî û anî ziman ku rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn ji Şerê îraqê yê sala 2003'an bêhtir dikare xeter bibe û wiha got:

"Em ne di nava heman senaryoya şerê neqanûnî ya wê demê de ne.

Em bi rewşeke hîn xerabtir re rû bi rû ne.

Serokwezîrê Spanyayê diyar kir ku krîza heyî xwedî wê potansiyelê ye ku dikare encamên hîn kûrtir û berfirehtir bi xwe re bîne.

 

“Êrîşên li derdora navendên nukleerî têne kirin dikare 'felaketê' bi xwe re bîne”

 

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk jî li ser rewşa heyî axivî.

Turk anî ziman ku êrîşên li deverên binesaziya nukleerî yên li Îran û Îsraîlê rîska mezin bi xwe re tîne û lîstikeke xetere tê lîstin ku dikare bibe sedema felaketa tekez.

Ev daxuyanî fikar zêde kirin ku şer ne tenê ji aliyê leşkerî her wiha ji aliyê ewlekariya global ve jî dikare encamên cidî bi xwe re bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye