Di êrîşa li ser Heşda Şebî de 7 çekdar hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku di êrîşa li Enbarê ya li ser hêzên Heşdî Şebî de, 7 çekdarên Heşdê hatine kuştin, 13 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li navçeya Henbaniye ya ser bi parêzgeha Enbar a Iraqê, balafirên şer baregeha Heşdî Şeibî bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrîşê de 7 çekdarên Heşdê hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.

 

Wezareta Parastinê ya Îraqê: Ev êrîş bê bersiv namîne

 

Wezaretê êrîş weke binpêkirina serweriya welat bi nav kir û hate gotin:

“Ev êrîş sûc û pêşketinek metirsîdar e û divê bi tundî bersiv bê dayîn.

Li gorî qanûnê bersiva destdirêjiyan, mafê Wezareta Parastinê ye.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye