Piştî 11 salan deriyê Tenef -Welîd ê sînorî yê di navbera Sûriye û Îraqê de hat vekirin

Piştî 11 salan dergehê Tenef - Welîd ê sînorî yê di navbera Sûriyê û Îraqê de bi awayekî fermî hate vekirin. Karwaneke tankerên petrola îraqî derbas bû û li parzûngeha Baniyasê rawestiya. Li wir wê ji aliyê tîmên teknîkî ve were valakirin da ku paşê li keştiyên deryayî bê barkirin û ber bi cihê wê yê dawî ve bê şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karwaneke ji petrola Îraqê di dergeha Tenef -Welîd ê di navbera Sûriyê û Îraqê de derbasî xaka Sûriyê bû.

 

Ev dergehê sînorî, 11 sal in li ser hev li ber çûnûhatinê girtî bû, îro jî yekem car e piştî van salan bi awayekî fermî tê vekirin.

 

Karwanê petrolê yê yekem ji 299 kamyonan pêk tê û wê ew li parzûngeha Baniyasê were valakirin.

 

Rêveberê Peywendiyan li Şîrketa Petrolê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sefwan Şêx Ehmed li ser mijarê axivî.

 

Sefwan Şêx Ehmed got ku di dema gihiştina Petrolê li panzûngehê wê tîmên teknîkî dest bi valakirina wê bikin.

 

Piştre ev petrol wê li ser keştiyên deryayî bê barkirin û wê ber bi cihê wê ê dawîn ve bê şandin.

 

Şêx Ehmed, da zanîn ku herikîna miqdarên wiha mezin wê bi awayekî balkêş aboriya Sûriyê xurtir dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye