DEM Partî ji bo endamên MYK'ê diyar bike civiya

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû ku di Kongreya 5'emîn a Mezin a Asayî de hat hilbijartin, ji bo tespîtkirina Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û nîqaşkirina serdema nû yekemîn civîna xwe li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna yekemîn a Meclisa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî Kongreya 5'emîn a mezin a Asayî, li navenda giştî ya partiyê dest pê kir. Di vê civînê de ku endamên nû yên meclisê hatine cem hev, rojeva herî sereke avakirina Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û dabeşkirina peywirên nû yên rêveberiyê ye.

Her wiha li gorî agahiyên hatine ragihandin, di civînê de dê mijarên girîng ên wekî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nirxandina encamên kongreyê û plansaziyên xebatê yên ji bo serdema nû bi berfirehî werin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye