Piştî hilweşandina QSD'ê, gelek nirxandina ji aliyên berpirs û siyasetmedaran ve tên kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê û Siyasetmedar Sînan Çîftyurek bertek nîşanî geşedanên dawî yên li Sûriyê û entegrasyona QSD'ê û saziyên Rojavayê Kurdistanê da.
Çîftyurek diyar kir ku bi pêngavên "Yekdewlet, Yekartêş", xweseriya leşkerî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye tinekirin.
Siyasetmedar Sînan Çîftyurek bang kir ku heya hikûmeta Şamê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û naskirina destûrî qebûl neke, nabe ku berpirsên Kurd ên wekî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di hikûmetê de cih bigirin.
Sînan Çîftyurek hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê rexne kir û wiha got:
"Hikûmeta Sûriyê li şûna ku zimanê Kurdî bike zimanê perwerdehiyê yê mecbûrî, wê wekî "waneya bijarte" sepandiye dike.
wergirtina postên burokratîk ên wekî "Şêwirmend" dane Mezlûm Ebdî , ji aliyê siyasî ve rûşkêner e.
Armanca wê ya sereke birîna Mezlûm Ebdî ji qada siyasetê ye, ku ev yek jî daxwaza Tirkiyê ye.
Divê xetên sor ên siyaseta Kurd di vê qonaxê de naskirina Kurdan di destûra bingehîn de û parastina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bin.