Dewleta Îranê 9 girtî bi dar ve kirin

Dewleta Îranê sûcên dermirovî li dijî girtiyan didomîn e. Di nava 4 rojan de, dadgehên dewleta Îranê 9 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê bi dar ve kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ceza û darvekirin li dijî welatiyên Îranê didome. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di roja 26 tebaxê de, girtiyê bi navê Mistefa Wesûqî li girtîgeha navendî ya Xerim Abadê hat bidarvekirin.

Her wiha di sibeha roja 26'ê tebaxê de, Elî Sadeqî li girtîgeha Tebrîzê hat bidarvekirin.

Di heman rojê de jî, her du girtî Mesûd Nimetî û Îsmaîl Ecmî li girtgeha navendî ya bajarê Sarî hatin bidarvekirin.

Di roja 25`ê tebaxê de, girtiyek ji bajarê Riştê yê bi navê Hîdayet Cemal Zada, li girtîgeha navendî ya heman bajarî hat bidarvekirin.

Di heman roja 25`ê tebaxê de, girtiyê ji Kezwînê Îmad Şêxî li girtîgeha Yezedê hat bidarvekirin.

Di roja 24`ê tebaxê de, jinek bi navê Erîzo Restad û gitiyê bi navê Emîr Daniyî li girtîgeha Esfehanê hatin bidarvekirin.

Reza Zanganeh cezayê bidarvekirinê li hat birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw eşkerekir ku ciwanekî ji Wîlayeta Malayer li parêzgeha Alborz bi navê Reza Zanganeh, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, piştî wê bi tohmeta hevkariya bi Mossadê re cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Amerîkayê welatiyeke Îranê ceza kir

Di daxuyaniyekê Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku cezayên nû li dijî kesekî ku bi Banka Neteweyî û Şîrketa Îranê ve girêdayî ye hatiye birîn.

Wezaretê Reza Mihemed Tadhilî ku welatiyekî Îran û niştecihê Dubayê ye li navnîşa cezayên Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) hatin zêdekirin.

Li gorî Wezareta Xezîneyê, ev tedbîr wekî beşek ji siyaseta Washingtonê ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê û têkçûna piştgiriya terorîzmê hatine sepandin.

Hat ragihandin ku ev welatî di heman demê de di bin cezayên duyemîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye