Hat diyarkirin ku rêveberiya Tehranê ya ku difikire ku DYA piştî hilbijartinên navberê êrişên nû li ser Îranê pêk bîne, tedbîrên parastina sazgehên nukleerî û leşkerî zêde dike û kapasîteya mûşek û balafirên bêmirov jinûve ava dike.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ) Îran li hember îhtimala ku DYA piştî hilbijartinên navberê yên 3’yê Mijdarê êrîşên nû pêk bîne, amadekariyên xwe zêdetir dike.
Li gorî dîmenên satelaytê yên ku ji aliyê rojnameyê ve hatine ragihandin û ji aliyê Enstîtuya Zanist û Ewlehiya Navneteweyî ve hatine analîzkirin, Îranê li derdora hin tesîsên hesas ên wekî Netenz û “Pickaxe Mounntain” rêkûpêkiyên parastinê çêkirine.
Hat diyarkirin ku armanca tedbîrên mîna girên axê ew e ku operasyonên bejayî yên muhtemel zehmettir bikin.
Hat îdiakirin ku rayedarên Îranî di hevdîtinên taybet de hevkarên xwe yên li welatên Erebî hişyar kirine ku di êrîşeke nû ya DYA’yê de dibe ku hedefên li herêmê bên hedefgirtin. Hat ragihandin ku rayedarê payebilind ê ewlehiyê yê Îranê Muhsîn Rezaî jî tevî Îmaratên Yekbûyî yên Erebî behsa îhtimala hedefgirtina navendên daneyan û kabloyên înternetê yên li herêmê kir.
Li gorî çavkaniyên WSJ’yê, rêveberiya Tehranê peyamek daye navbeynkaran ku ew dikare personelên DYA’yê bi dijwartir hedef bigire.
Li gorî nûçeyê, Îranê sûd ji rawestandina şerê ligel Washingtonê wergirtiye û di mehên dawî de hewl daye tesîsên xwe yên mûşek û balafirên bêmirov ji nû ve ava bike û beşek ji cebilxaneya xwe nû bike.
WSJ: Îran xwe ji bo êrişên nû yên li dijî DYA’yê amade dike
Rêveberiya Tehranê ji bo pêşî li êrîşên nû bigire, îhtimala operasyonên bejayî yên li welatên cîran, lêdana tesîsên petrolê yên li Erebistana Siûdî û hedefgirtina keştiyên şer ên DYA’yê tîne rojevê.