Dewleta Îranê 3 girtiyên din bidarvekirin

Di berdewamiya bidarvekirinan de, dewleta Îranê 3 girtiyên din li gitîgehên cuda bi dar vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Rêxstina Mafê Mirovan a Îranê, HRANA`yê, Dewleta Îranê îro di serê sibehê de, 3 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê bidarvekirin.

Girtiyê bi navê Omer Daristan îro di serê sibehê de ji aliyê dadagehên dewletê ve hat bidarvekirin.

Di heman rojê de girtiyê Belûçî yê bi navê Hebîbellah Qenberzî Fercad û her wiha girtiyê bi navê Emîn Xece Nîzamî li girtîgeha Kermanê hatin bidarvekirin.

Piştî şerê bi Îsraîl û Amerîkayê re, dewleta Îranê pêleke berfireh a girtin û bi darvekirinan li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê daye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye