Ev demek e rojeva Rojavayê Kurdistanê ya sereke, ku ji ber wê hêrseke mezin ketiye nav xwendekaran, xwendina bi zimanê dayikê ye.
Piştî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ku di hefteyê de tenê 3 demijmêr ji bo zimanê Kurdî bên veqetandin, her wiha li cihê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye bê xwendin, gelek bertek ji aliyê xwendekar û malbatên wan ve derketin.
Li dijî vê biryarê jî, xwepêşandanan li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê li dar dixin û daxwaza guhertina vê biryarê ji hikûmetê dikin.
Îro jî hejmarek ji xwendekarên Qamişloyê li pêşiya navenda rêveberiya herêmê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşanderan daxwaza naskirina fermî ya zimanê Kurdî û misogerkirina mafên wan di destûra Sûriyê de kirin.
Hemwextî derxistina Biryarnameya hejmar 13 ku zimanê Kurdî weke zimanekî neteweyî û fermî tê naskirin, mamoste û malbatên li Efrînê pêşwazî li vegera zimanê dayikê bo nav dibistanan kirin.
Her wiha hêvî kirin ku ev biryar bibe gavek ber bi xurtkirina rola zimanê zikmakî ve di pêvajoya perwerdeyê de.
Di sala xwendinê ya borî de, dibistanên Efrînê hînkirina zimanê Kurdî tenê bi 2 waneyan di hefteyê de, ew jî li şûna zimanê biyanî, dabûn destpêkirin.
Di heman demê de li hin dibistanên din tenê bi waneyekê di hefteyê de zimanê Kurdî hatibû sînordarkirin.
Li gorî mamosteyên Efrînê, di sala xwendinê ya nû de biryar e ku di hefteyê de dayîna zimanê Kurdî bibe 3 demijmêr.
Lê ji ber behaneyên ku dibêjin endamên perwerdeyê tune ne, bi temamî ev biryar neketiye meriyetê.