Li Stenbolê werza perwerdehiyê ya payizê ya Zimanê Kurdî dest pê kir
Komaleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê werza payizê ya perwerdehiya Kurdî da destpêkirin. Waneyên Kurdî dê her rojên şemiyê li avahiya komaleyê ya li ûnkapani'yê bên dayîn. Mamosteyên Kurdî ji eleqeya civaka kurd kêfxweşin û dibêjin her ku saziyên kurdî li Stenbolê zêde dibin, eleqe jî zêde dibe.