Di merasîmê de rêveberiya DEM Partiyê û DBP`ê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.
Di destpêka merasîmê de parlamentera DEMê Edalet Kaya û Hevşaredar Serra Bucak li vir axaftin kirin.
Edalet Kaya diyar kir ku ew dixwazin gel ji xwarina erzan û paqij sûdê bigire.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî da zanîn ku ji bo vekirina tesîsê gelek bi kelecan in.
Her wiha ragihand ku ew dixwazin gelê me ji cihên bi vî rengî sûdê werbigire.