Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê ku 250 fermandar û şervan tevlîbibûn bi merasîmekê bi dawî kir.
Di merasîmê de endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Luqman Xelîl axivî û hemû şervan û fermandar pîroz kirin.
Luqman Xelîl destnîşan kir ku perwerde û zanebûn bingeha gihandina şervanan e û got:
"Hilgirtina çekan tenê alavek nîne ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, em ê her dem amade bin ku bi hemû hêza xwe welatê xwe biparêzin."
Her wiha kesên ku dewre qedandine diyar kirin ku ew her amade ne ji her êrîşên ku bê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Merasîm Piştî ku şervan û fermandaran soz dan bi dawî bû.