Li gorî agahiyan, cenazeyê Tosûn ê ku li ser sînor li cihê lê hate kuştin, 4 roj hate hiştin.
Ji bo wergirtina cenaze, malbata Tosûn û şêniyên taxê li benda dozger bun ku li gel pisporên mayinan biçe cihê bûyerê.
Xizmên Fehîm Tosûn û şêniyên Taxa Elbêsê bi rojan e li bendê bun ku rayedar gavê biavêjin û cenaze werbigirin.
Lê belê piştî ku 4 roj di ser re derbas bûn, cenaze hatiye dîtin û girtin.
Şêniyên taxê dibêjin, hiştina cenaze li cihê bûyerê êşa malbatê hîn girantir kiriye.