Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştî Newrozê herkes li bendê ye ku desthilata dewleta Tirkiyê gavên şênber biavêje.
Rapora hevbeş, ku di civîna 21`emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de hat pejirandin, li ser malpera Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê hat eşkerekirin û weşandin.
Li gorî agahiyan, piştî weşandina raporê qonaxek nû di pêvajoyê de dest pê dike.
Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş dê hefteya bê, yekem civîna xwe ya fermî bi cîgirên serokên koman ên kordînator re li dar bixe.
Endamên komîsyonê di meha Remezanê di şîveke fitarê de civiyabûn û diyar kiribûn ku piştî cejnê dê gavên qanûnî werin avêtin.
Tê payîn ku ev pêvajo bi civîna hefteya bê bi awayekî berbiçav dest pê bike.
Civîn dê nêrînên partiyên siyasî li ser rêziknameya qanûnî ya serbixwe û demkî ya plankirî kom bike.
Piştî van nîqaşan, tê payîn ku çarçoveya pêşnûmeya qanûnê zelaltir bibe.
Tê payîn ku rêziknameya ku were amadekirin, bendên derbarê fesixkirina rêxistinan di bin hin mercan de û pêvajoyên qanûnî yên têkildar di nav xwe de bigire.
Tê plankirin ku ev pêşnûme di meha hezîran an tîrmehê de, berî bidawîbûna dema yasadanînê, were rojeva meclîsa Tirkiyê.