Pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Şam û Bexdayê de derbasî qonaxeke nû dibin. Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokwezîrê Îraqê Elî Zêdî li bajarê New Yorkê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin cem hev. Di vê lûteya giring de ku Wezîrê Karên Derve û Karûbarên Koçberan ê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî amade bû, gelek mijarên stratejîk hatin nirxandin.
Berfirehkirina hevkariyên aborî û siyasî
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ya Fermî (SANA), di hevdîtinê de her du serokan bal kişandin ser xurtkirina hevahengiya siyasî û ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îraqê de. Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku hevkariyên di warê aborî, bazirganî, enerjî, veguhastin û çalakbûna deriyên sînorî de bêne berfirehkirin.
Piştî rûxîna rejîma Esed gavên nû
Ev hevdîtina dîrokî di çarçoveya gavên gav bi gav ên ji nû ve avakirina pêwendiyên her du welatan de tê kirin. Piştî ku desthilata Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a 2024'an de rûxiya, Hikûmeta Îraqê di mehên destpêkê de bi hişyarî nêzîkî geşedanan dibû û bêtir giranî dida ewlehiya sînorê hevbeş ê ku zêdetirî 600 kîlometreyan dirêj e.
Lê belê di sala 2026'an de kanalên pêwendiyê yên di navbera Şam û Bexdayê de bêtir berfireh bûn. Ev pêvajoya asayîbûnê, piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên a di Hezîrana borî de ji bo Şamê, bi vê lûtkeya New Yorkê gihîşt asta herî bilind.