Katz: Îsraîl wê her tim piştgiriya Durziyan bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz ragihand ku ew ê Durziyên Sûriyeyê biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz bi Rêberê Rûhî yê Durziyên Îsraîlê Muwafaq Terîf re civiya.

Katz li ser hesabê xwe yê X`ê ragihand ku ew ji bo parastina Durziyên li Sûriyeyê dixebitin û bi wan Durziyên ku agahî kom dikirin civiya.

Şerê parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê, di navbera Durziyan û komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derketibû û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û li gor NY jî derdora 130 hezar kesên din jî ji ber wî şerî koçber bûne.

Îsraîlê hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bombebaran kiribûn. Lewma Hikûmeta Demkî neçar ma ku hêza xwe ji Siweydayê vekişîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24