Ajansa Mafên Mirovan a `HRANA`yê, ragihand ku ji 25 ta 26'ê Adarê herî kêm 357 êrîş li 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine tomarkirin.
HRANA eşkere kir ku di encama van êrîşan de bi tevahî herî kêm 42 kes hatine kuştin; hem sivîl û hem jî leşker.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê HRANA ve hatine tomarkirin, herî kêm 28 sivîl hatine kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûne.
Analîzên destpêkê nîşan didin ku Parêzgeha Tehranê, parêzgehên ku herî zêde rastî êrîşan hatiye.
Paşê jî li gor rêzbendiyê Îsfehan, Xoresan, Fars, Alboraz, Hemedan, Sîstan û herî dawî jî Belûcistan tê.
Navendên ku di navbera 25-26'ê adarê de hatine armancgirtin, ev in:
Cihê mûşekan (Zafar)
Garnîzona zirxî ya artêşê (Şîraz)
Baregeha girêdayî IRGC (Hemedan)
Wezareta Parastinê ya pîşesaziyên fezayî li Mehrabad, Tehran
Depoya sotemeniyê li nêzîkî Balafirgeha Şahid Haşimî-Nejad, Meşhed
Avahiyek çarqatî ya niştecihbûnê (Îsfahan)
Avahiya edliyeyê ya li Kolana Kaweyê (Îsfehan)
Avahiya heft qatî ya niştecihbûnê (Bandar Abbas)
Şûnwarên gundê Asbas (Xosrewşah)
Bajarokê pîşesaziyê (Neyşabur)