Li rojhilatê Afrîkayê, ev çend hefte ne baranên dijwar dibarin.
Hate diyarkirin ku di vê mehê de ji ber wê, herî kêm 81 kes mirine.
Her wiha bi hezaran kes ku malên wan nêzî kaniyan ne, ji cih û warên xwe koçber bûne.
Berpirsê navçeya Rongwe Jaffar Hanyo eşkere kir ku li Tanzanyayê, baranên giran û bayên bihêz bûn sedema hezazên erdê ku roja Çarşemê serê sibê li herêma Mbeya xanî wêran kirin û wiha lê zêde kir:
“Hejmara miriyan gihîştiye 20´an, roja Çarşemê 18 cenaze û roja Pêncşemê jî 2 cenaze hatin dîtin.”
Servîsa Meteorolojiyê ya Tanzanyayê pêşbînî kiriye ku heta roja Sêşemê ya bê li piraniya welêt baranên giran bidomin.