Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, piştî hilweşîna rêjîma Baas`ê, wê cara yekem serdana Amerîkayê bike. Şera, wê di 10`ê mijdarê de serdana Amerîkayê bike.
Berdevka Qesra Spî, Karoline Leavitt, di civîneke çapemeniyê de, derbarê serdana Şera ya Amerîkayê de got: "Ev civîn, Wê li Qesra Spî pêk were. Ev beşek ji hewldanên dîplomatîk ên Serok Trump ku bi her kesî re bicive da ku aştiyê bi dest bixe."
Di civînê de wê du mijarên sereke werin nîqaşkirin
Tê payîn ku di navbera her du aliyan de, wê du mijarên sereke werin nîqaşkirin, yek betalkirina Qanûna Sezar û ya din jî şerê li hemberî DAIŞ`ê ye. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, hefteya borî ragihand ku ew piştgiriyê dide betalkirina Qanûna Sezar.
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Esed El-Şeybanî, diyar kir ku El-Şera wê di hevdîtina xwe ya bi Trump re mijarên wekî rakirina cezayên mayî û şerê li dijî terorê nîqaş bike.
Washington: Daxwaza rakirina dorpêçan li ser serokê Sûriyê dike
Li gorî çavkaniyan, wê Amerîka vê hefteyê ji Konseya Ewlekariyê ya NY dixwaza dengdanê bike da ku cezayên li ser Serokê Sûriyê, beriya serdanê rabike.
Nûnertiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, roja sêşemê, li NY pêşnûmeyek ji endamên encumenê re belav kir û daxwaza derxistina navên serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şera û wezîrê navxweyî Enes Xetab, ji lîsteya cezayên têkildarî terorê kir.
Hîn ne diyar e, wê kengî dengdan pêk were.
Ji bo pejirandinê jî, divê ji 15 endamên Konseyê herî kêm, neh endam dengê ‘’erê’’ bidin û endamên sereke yên weke DYE, Rûsya, Çîn, Fransa û Îngilistan pêşnûmayê veto nekin.
Washington, her meh, ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku dorpêçên li ser Sûriyê sivik bike.
Lê hewldanên Washingtonê, rastî vetoya nerazîbûna Çînê tên.
Washington: HTŞ ji lîsteya terorê derxist
Washingtonê, tîrmeha borî, Heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya rêxistinên terorîst derxist.Piştî hilweşîna Beşar Esed, ev serdana yekem a Ehmed El-Şera ya Amerîkayê ye.
Di Gulanê de civîna yekem a Trump û Şera li Riyadê pêkhat
Di Gulana borî de herdu aliyan li Riyadê, rojek piştî ragihandina rakirina hemû cezayên li ser Sûriyê, civiyabûn.