Partiya Trump di hilbijartinên Amerikayê de têk çû

Welatîyên Amerîkayê di hilbijartinên di 4'ê mijdarê de dengên xwe bi kar anîn. Li du eyaletan walîyên demokrat hatin ser kar û Zohran Mamdanî bû şaredarê New Yorkê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Amerîka duh ji bo hilbijartina walî û parlamentoya hin eyaletan duh çûn ser sindoqan. Hilbijartinên hin şareradariyan jî di heman rojê de hatin lidarxistin. 

Dengdayîn wekî referandûma di derbarê polîtîkayên Trump de hat nirxandin. Di encama hilbijartinan de enîya Trump şikestineke mezin xwar. Namzetên Partîyên Demokrat di 4 hilbijartinên krîtîk de bi ser ketin.

Walîtîyên Virginia (Vîrjînya) û New Jerseyê (Nîw Jorsî) bûn para namzetên demokrat. Hilbijartina li eyaleta Californiayê (Kalîfornîya) ji yên din cudatir bû.

Hilbijêrên li vê eyaletê ji bo dîyarkirina sînorên herêmên hilbijartinê çûn ser sindoqan. Li Californiyayê jî Partîya Demokrat bû alîyê serkeftî yê dengdanê. 

ZOHRAN MAMDANÎ BÛ ŞAREDARÊ NEW YORKÊ

Zohran Namdanî bû Şaredarê New Yorkê

Bajareke din a hilbijartineke krîtîk lê hat lidarxistin New York (Nîyork) bû. Li vî bajarî, walîyê berê Andrew Cuomo (Endrû Kûomo) û Zohran Mamdanî hatin pêşberî hev.

Mamdanî ji % 50 zêdetir deng bi xistin û lê dengên Cuomo encax gihîştin ji sedî 42.

Encamên hilbijartinê ji bo Zohran Mamdanî bû serkeftineke zelal. Mamdanî wê di destpêka sala 2026 de  wê dest bi karê  Şaredarîya New Yorkê bike. New York bi 8.5 mîlyon nifûsa bajarê herî mezin ê Amerîkayê ye. Loma jî serkeftina Mamdanî ya li vî bajarî encameke dîrokî tê qebûlkirin.

 

Mamdanî wekîlê Partîya Demokrat ê Parlamentoya New Yorkê ye. Ew di heman demê de endamê partîya Sosyalîstên Demokrat ên Amerîkayê ye. Mamdanî dixwaze dawî rêveberîya elîtan hilweşîne û demokrasîya bajêr pêş bixe.

Li alîyekî din, şaredarê nû polîkaya koçberîyê ya Trump red dike û dixwaze koçber li bajêr biparêze. Ev yek jî bû sebeb ku koçber û penaberên li bajêr bi girseyî dengên xwe bidin Mamdanî. Sebebeke din a serkeftina Mamdanî rewşa sektora avahîyên niştecîyên li bajêr in. Ji sedî 70yî niştecîyên bajêr kirêdar in û 3 milyon ji wan salane ji sedî 30'ê dahata xwe didin kirê. Tevlî zêdebûna buhayê kirê, xanî kêm tên peydekirin û ev rewş ber bi krîzekê ve diçe.

Reaksiyonên Trump ên di derbarê hilbijartinan de

Piştî encamên hilbijartinan, li Amerîkayê awir zivîrîn ser Donald Trump. Serokê Amerîkayê têkçûna partîya xwe bi îzeheke gelek balkêş rave kir.

Trump roja çarşemê di platforma ya "Truth Social" de wiha nivîsî: "Trump tevlî hilbijartinê nebibû û sekinandina xizmetên hikûmetê du sebebên windakirina hilbijartinan a komargeran e a îşev e"

Bi gotina "sekinandina xizmetên hikûmetê" Trump qala bloqekirina fînansmana ji bo hikumeta federal dike. Partîya Demokrat ku di Senatoya Amerîkayê de piranîyê pêk tîne, butçeya hikumeta federal asteng dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye