Li Xezeyê qeyrana birçîbûnê û hewildanên çareseriyê dewam dikin.
Duh li New Yorkê Konferansa Çareseriya du Dewletan hat lidarxistin.
Li gor pêşnûmeya daxuyaniya dawî ya konferansê, beşdaran li ser pêwîstiya bidawîanîna nakokiya Îsraîl û Filistînê li ser bingeha çareseriyek du dewletan li hev kirin.
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku şer, dagirkerî, koçberî nikarin aştiyê pêk bînin û rêya çareseriyê avakirina du dewletan e.
Beşdaran destnîşan kirin ku dema diyarkirî ji bo damezrandina dewleteke Filîstînî 15 meh e.
Pêşnûmeyê birçîbûna li Xezeyê şermezar kir
Divê Hemas çekên xwe radestî hêzên Filistînê bike
Her wiha pêwîst e Hamas, hemû dilgirtiyan serbest berde, tevahî çekên xwe deyne û radestî hêzên ewlehiyê yên Filistînê bike.
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku Xeze beşek yekgirtî ya dewleta Filîstînê ye û divê bi Kenara Rojava re were yekkirin.
"Ger Îsraîl pabendî agirbestê nebe, wê dewleta Filistînê nas bikin"
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku eger Îsraîl agirbesta li Xezeyê qebûl neke, ew ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin.
Starmêr hin şert jî danîn pêşiya Îsraîlê ku yek ji wan ragihandina pabendbûna bi pêvajoyeke aştiyê ya demdirêj ku dê çareseriyek du dewletan bidest bixe.
Her wiha Starmer ji Hemasê xwest ku hemû dîlgirtiyan serbest berde û agirbestê qebûl bike.
Trump: Zarokên Xezeyê ji birçîbûnê êşê dikişînin
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, li ser krîza mirovî ya li Xezeyê got ku zarok ji birçîbûnê êşê dikişînin.
Trump qebûl kir ku birçîbûn li Xezeyê bûye pirsgirêke cidî û ragihand ku Amerîka dê 60 milyon dolar alîkariya xwarinê bişîne.
Trump tekez kir ku wê belavkirina alîkariyan di bin kontrola Îsraîlê de be.
Donald Trump derbarê pêngava Brîtanyayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê de got: "Me ev mijar qet nîqaş nekir û me di vî warî de tu nêrînek diyar nekir."