Trump û serokê Kolombîyayê wê li Qesra Spî bicivin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di demeke nêz de wê bi serokê Kolombîyayê Gustavo Petro re li Qesra Spî bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî gefên dubare yên Amerîla li ser Kolombîyayê, yekem pêwendiya a telefonê di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Kolombîyayê Gustavo Petro çêdibe.

Serokê Kolombîyayê Gustavo Petro û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump, ku bi mehan e bi rêya medyayê heqaret li hev dikin.

Ji aliyê xwe ve, Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social got ku ew ê di demeke nêzîk de hevtayê xwe yê Kolombiyayî li Qesra Spî pêşwazî bike.

Trump da zanîn ku wî bi Petro re bi telefonê axiviye û wan li ser nakokiyên xwe yên dawî, di nav de mijara bazirganiya narkotîkê jî, nîqaş kirine.

Hêzên Amerîkî di 3`yê Çileyê de êrîşeke ji nişka ve li ser Caracasê pêk anîn û Nicolas Maduro û hevjîna wî girtin.

Trump di 4`ê Çileyê de gef li Kolombîyayê xwar ku ew ê êrîşeke bi heman rengî li dijî wan jî pêk bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye