Êrîşên Rûsyayê elektrîka du herêmên Ukraynayê qut kir

Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrîşên berfireh li ser du herêmên Ukraynayê pêk anî. Di encama êrîşan de elektrîka her du herêman bi temamî qut bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku Rûsyayê bi balafirên bê mirov êrîşî her du herêmên Dnipropetrovsk û Zaporizhzhia yên Ukraynayê kirin. Her wiha di encama êrîşan de, eletrîka her du herêman bi tevahî qut bû.

Hat zanîn ku pileya germahiyê daketiye bin sifsê û bi hezaran kes bê elektrîk mane.

Ji aliyê xwe ve, serokwezîr Yulia Sverdenko bi daxuyaniyekê li ser Telegramê got ku wê berf bibare û pileya germahiyê jî bi şev jî dadikeve -20 Celsius, bi vî awayî wê rewş zehmetir bibe, ji ber ku pirsgirêkên di torên elektrîk û germkirinê wê zêdertir bibin.

Yulia Sverdenko diyar kir ku sîstemên enerjiyê yên Ukraynayê her roj di bin êrîşa Rûsyayê de ne, karmendên sektora enerjiyê di bin şert û mercên pir dijwar de dixebitin da ku ronahî û germkirinê peyda bikin.

Rûsya ji destpêka şerê xwe yê giştî di Sibata 2022`an de hema hema rojane bi mûşek û balafirên bêmirov êrîşî Ukraynayê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye