Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan derbarê pêngava vekişîna gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê ji Ajansa ANF`ê re nirxandin kir.
Ozturk Turkdogan di nirxandinên xwe de got ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bike.
"Divê komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin di zûtirîn dem de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike da ku çarçoveya qanûnên entegrasyona demokratîk destnîşan bikin.
Ev pêvajo berdewamiya lêgerîna aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di sala 1993’yan de dest pê kiriye û tevgera Kurd bi biryardarî li ser vê xetê pêşve diçe.”
Turkdogan: Divê dewlet gavên zagonî biavêje
Turkdogan, behsa girîngiya nêzîkatiyek erênî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk kir û bang li desthilata Tirkiyê kir ku gavan bavêje.
"Modela bidestxistina aştiyê bi rêya Demokrasiyê li Tirkiyê bicîh nebûye, niha em pêvajoyek demokratîkbûnê bi aştiyê ava dikin.
Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje"
Hakan Ozturk: Divê komisyon bi ocalan re hevdîtin bike
Di heman çarçoveyê de Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar EHP’ê Hakan Ozturk jî nirxandin kir.
Hakan Ozturk ji bo serkeftina pêvajoyê balkişan li ser hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd re.
“Pêwîste komisyon bi Ocalan re hevdîtin bikin.
Gava dawî jî ji bo pêşketina pêvajoyê û pêşîlêgirtina vehêlandina wê pir girîng bû.
Gavekî rast bû û dê zextê li ser îktîdarê bike. PKK’ê gavek avêt, Divê êdî dewlet jî gavên zagonî, destûra bingehîn û hiqûqî biavêje.
Ger komîsyona li Meclisê bi birêz Abdullha Ocalan re hevdîtinê bike dê encamên erênî çêbibin.”
Ozturk: Piştî şer girîng e, em bi aştiyane bijîn
Hakan Ozturk anî ziman ku banga ‘çekan berdin, werin siyaseta demokratîk bikin’ dema ew kes vegerin Tirkiyê divê lêpirsîn neyên kirin.
"Piştî şer girîng e ku em bi aştiyane bijîn. Ji bo vê jî hewcehî bi veraskirinên hiqûqî heye. Îktîdar, banga ‘çekan berdin, werin siyaseta demokratîk bikin’ dike. Ji bo vê divê ew kes vegerin Tirkiyeyê. Dema vegeriyan jî divê rastî lêpirsînan neyên kirin."
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar EHP’ê Hakan Ozturk di dawiya nirxandinên xwe de destnîşan kir ku ya ku dikeve ser milê wan jî ew e ku li kêleka gelê Kurd cih bigirin, piştgiriyê bidin tevgera Kurd û bi hev re têbikoşin.