Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi bonyeya salvegera xwe ya 12`an daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya salvegera 12’emîn a damezrandina xwe de daxuyaniyek weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariyê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn saziyek neteweyî ye û got: "Ji dema damezrandinê ve, ji bo parastina civakê û pêkanîna aramiya civakê, têdikoşe. "

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku  di nava saziya wan de  hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çerkez û Êzîdî cihê xwe digrin.

Di dawiya daxyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  de hate gotin ku  ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe ya ji bo ewlekariyê berdewam bikin ta ku aramiyê li tevahiya axa Sûriyeyê pêk bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye