Hat ragihandin ku du balafirên Amerîkî yek sivîl e û ya din jî leşkerî ye, roja duşemê li Baregeha Hewayî ya Nur Xan ya nêzîkî Îslamabadê daketin.
Li gorî hin agahiyan jî, dibe ku şandeya Amerîkî ya ji bo dan û standinan li ser balafirkê ji wan her du balafiran be, ji ber ku di nava wan de, balafirek ku ji bo veguhastina berpirsên payebilind ên Amerîkî hatiye destnîşankirin, heye.
Serokê Amerîkayê Donlad Trump ragihandibû ku wê şandeya Amerîkî berê xwe bide Pakistanê û dê roja duşemê di saetên êvarê de bigihêje Îslamabadê.
Pakistan: Me ji bo gera duyemîn tedbîrên pêwîst girtine
Her wiha medyayên Pakistanî jî belav kirin ku Wezareta Navxweyî ya Pakistanê piştrast kiriye ku wan hemû amadekariyên ewlehiyê ji bo gera duyemîn a dan û standinên di navbera aliyên Îranî û Amerîkî de temam kirine.
"Îranê hîn biryara dawî ya ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re nedaye"
Karbidestekî payebilind ê Îranî ji Reutersê re got ku Tehran ji bo bidawîkirina şer, bi awayekî cidî û erênî li ser beşdarbûna di dan û standinên bi Amerîkayê re difikire, lê hîn biryareke dawî nedaye.
Li gorî heman çavkaniyê, Pakistan hewlên erênî dide, da ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê bi dawî bike û beşdariya wê di dan û standinan de misoger bike.
Reutersê da zanîn ku çavkaniyeke payebilind a Pakistanî eşkere kir ku Serfermandarê Artêşê Asim Munîr, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re rave kiriye ku dorpêça ji aliyê Amerîkayê ve li ser benderên Îranê hatiye kirin, dikare astengiyê li ser dan û standinan çêbike.
Beriya neha, Serokê Amerîkayê Donald Trump dabû xuyakirin ku dorpêça li ser berderên Îranê wê di dema lidarxistina dan û standinan de jî berdewam bike.
Piştî daxuyaniya Trump, Ajansa Tesnîm a Îranê jî, belav kir ku tîma dan û standinan a Îranê diyar kiriye ku heta dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê berdewam be, ew ê ti dan û standin neyên lidarxistin.