Festîvala fîlmên Kurdî ya sêyemîn bi dawî bû

Festîvala Fîlmên Kurdî ya li bajarê Dusseldorfê piştî du rojan bi dawî bû. Di festîvala îsal de ji çar aliyên Kurdistanê, 25 fîlim hatin nîşandan û gelek ji wan xelat bi dest xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 17’ê vê mehê de, Sêyemîn festîvala Fîlmên Kurdî li bajarê Dusseldorfê yê Almaniyayê hat lidarxstin.

Festîval bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Di festîvala Fîlmên Kurdî ya îsal de, bi giştî 29 fîlm hatin nîşandan.

3 fîlm ji Rojava, 10 ji Bakur, 5 ji Rojhilat, 7 ji Başûr û 4 fîlmên navneteweyî hatin nîşandan.

Taybetmendiya festîvala îsal ew bû, ku fîlimên 9 derhênerên jin hatin pêşandan û ji çar aliyên Kurdistanê fîlim hebûn.

 

8 Xelat ji bo fîlmên Kurt û dirêj hatin dayîn

 

Her wiha 8 xelat ji bo fîlmên kurt û dirêj hatin dayîn.

Kurtefîlmên ku ji çar aliyên Kurdistanê xelat wergirtine ev in:

 

“Bakur, fîlmê "SÎTAV" ê Dîlan Toftik.

Başûr, fîlmê "Triangle" ê Zhino Hadî Hesen.

Rojhilat, filmê "Gisoand û Darya" ê Zhino Hadi Hesen.

Rojava, xelat ji bo Komîna Fîlman a Rojava hat dayîn.”

 

Xelatên mayî jî li ser van fîlman hatin belavkirin:

 

“Xelata Yilmaz Guney ji bo fîlmê "All The Mountain Give" hat dayîn.

Xelata Jîna Emînî ji bo fîlmê "Hemo" hat dayîn.

Xelata Xelîl Dag a Sînemaya Li Ber Xwe Dide ji bo fîlmê "Sibe Dereng e" hat dayîn.

Xelata Mafên Mirovan jî ji bo fîlmê "Threads of a Revolution" hat dayîn.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye