Îro, li Hola Serokatiya Zanîngeha Çrmo ya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî çalakiyek birêve çû.
Di çalakiyê de, çend hunermendên şanoyê yên navçeyê hatine xelatkirin.
Rêveberê Çand û Hunerê yê Çemçemalê Îdrîs Şewket, di merasîma xelatdayînê de axivî.
Îdrîs Şewket wiha got:
"Xelata van hunermendên ku ji salên 1980'yê û vir ve, ku di warê şanoyê de xizmetê dikin tê wê wateyê ku em rêzê li van hunermendan û berhemên wan digirin.
Di salên pêş de, em ê hewl bidin ku serdana tevahiya civaka şanogeran bikin."
Her wiha nivîskar û rojnamevan Letîf Fatih Ferec, tekez kir ku şano faktoreke ji bo pêşveçûna civakê ye.
Di dawiya merasîmê de, xelat û gul pêşkêşî hunermendên şanoyê Talib Ebdulkerîm, Şukir Reza û Azad Elî hatine kirin, ku bi salane di warê şanoyê de dixebitin.