Ji bo Warîşe Mûradî û Nergiz Mihemedê banga azadkirinê

Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ derbarê tenduristiya wê de got: "Warîşe Mûranî piştî ji Girtîgeha Evînê sewqê Girtîgha Qereçakê kirine, nayê dermankirir û her diçe tenduristiyê bi xirabûnê ve diçe. Nivîsîngeha Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Amerikayê ji Îranê xwest ku zextên li ser girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî û tevahî girtiyan rawestîne û hemû girtiyan azad bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jinên berxwedêr Werîşe Muradî û Nêrgiz Mihemedî du  jinên ku ji bo parastina maf û rûmet gelê xwe berdel didin. 

Çalekvana siyasî Warîşe Muradî, zanyar û mafnas Nergiz Mihemedî  ji ber li hember heman hişmendiyê têdikoşîn  bi salane li Zindanên Îranê têne ragirtin.

 

Werîşe Mûradî nayê dermankirin, tenduristiya wê xerab dibe

 

Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ ragihand ku ji dema ew ji girtîgeha Evînê bo girtîgeha Qereçakê hatiye veguhestin, ew dermankirina pêwîst wernagire û tendrustiya wê xerabtir bûye.

Kampaniyayê destnîşan kir ku Werîşe Muradî tevî ku ji pirsgirêkên kronîk ên movika piştê dikşîne, nahêlin ji dermankirina bijîşkî sûdê  werbigre, lewma ev dibe sedema rewşa wê xerabtir bibe. 

Hat diyar kirin ku ji ber nebûna bijîşkên pispor, ew neçar ma ji girtiyeke din di warê fîzyoterapiyê de alîkariyê bigire.

 

Rapora wê ya bijîşkî hate girtin

 

Kampanyayê da zanîn ku Rayedarên Îranê plan kiribûn Werîşe Muradî bi zincîran bibin cem bijîşk, lê wê ev yek red kir û ev nêzîkatiyên bi armanca  biçûkxistinê şermezar kir.

Piştre jî  rapora wê ya bijîşkî paşê bi hinceta pirsgirêkên ewlehiyê hate girtin.

 

Daxwaz ji bo destwerdana lezgîn

 

Hêjayî bibîrxistinê ye, di kontrolkirina bijîşkî ya ku di Cotmeha 2024'an de hatibû tesbîtkirin ku pêdiviya Werîşe Mûradî bi emeliyatek lezgîn heye.

Tevî vê teşîsa bijîşkan jî heta  niha tu mudaxeleyek bijîşkî nehatiye kirin û tenê bi dermanên êşbirê yên bê bandor tê dermankirin.

 

Saziyek Amerîka bang azadkirina Nêrgiz Mihemedî û girtiyên din kir

 

Hemwext  zanyar û çalakvana mafê mirovan a Îranî Nergiz mihemedî jî rû bi rûyê kiryarên heman pergalê ye. 

Nivîsîngeha Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Amerikayê ragihand ku rejîma Îranê zextê li ser girtiyên siyasî tevî Nêrgiz Mihemedî tundiyê bikar tîne û got: “Divê Îran dawî li tundiyê bîne û  hemû girtiyan azad bike.”

Çalakvana xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, ji ber parêzvaniya bêwestan a mafê mirovan dikir, li Îranê zêdetirî 10 salane di girtîgehan tê girtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24