Di 15 salên dawî de li Rojava çi qewimîne?

Rojavayê Kurdistanê wek parçeyên Kurdistanê ya herî piçûk tê zanîn. Lê di 15 salên dawî de buyer, şer û geşedanên ku li Rojava qewîmî dîroka Kurdistanê de ji niha de cihekî taybet girtiye. Ji 2011an ve bi şerê girêdayî Rojhilata Navîn li Rojavayê Kurdistanê jî di astek jor de bandora xwe çêbû. Di vê derbarê de me hewl da ku resmê giştî yê Rojavayê Kurdistanê bi ware kronolojî de amade bikin. Sal bi sal çi bûye? çawa bûye?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 15 salên dawî de geşedanên girîng ku qewimîne;

2011

 

Di 15 Adara sala 2011an de, şoreşa Sûriyê li dijî rêjîma BAASê dest pê kir. Dewleta Sûriyê ji aliyê siyasî û leşkerî ve ket qonaxeke bêaram û tevlîhev. Vê rewş bandor li gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê dijîn jî tê de li hemû gelê Sûriyê kir.

Gelê Kurd divê qonaxê de bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) helwesteke hişyarî û bê alî girtin, beşdarî şerê li dijî rêjîmê nebû. PYD Komîteya Bilind a Kurd ava kir û parastina herêmên xwe kir. 

 

2012

 

Di vê deme de alozî û pirsgirêk li Sûriyê zêde bûn û navê Komîteya Bilind a Kurd hat guhertin bû Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Çirûska şoreşê di 19 Tîrmehê li bajarê Kobanê pêşket. Hêzên hikûmetê ji hemû deverên Kurdî vekişiyan û YPG ev herêm parastin û damezrandina rêveberiyên xwe li hin deveran îlan kirin.

 

 2013

 

Di sala 2013an de, li herêmên Kurdan pevçûnên tund û guhertin di kontrola axê de çêbûn.

Şerê Serê Kaniyê ji Çileyê dest pê kir heya Tîrmehê berdewam kir. Di wî şerî de YPG li dijî DAIŞê, El Nusra û Komên Opizasiyonê li kolanan bi çekên sivik û giran şer kirin û ser ketin, bajar bi temamî ket kontrola YPGê. 

Di heman salê de li gundewarên di navbera Til Temir û Serê Kaniyê de şerê dijwar di navbera YPG û DAIŞê de qewimîn. Ev bû sedem ku hezar sivîl koçber bibin.

Li Til Koçer YPG, ji bo ku DAIŞ û Cebhet El Nusra ji deriyê sînor ê Siwêdiyê derxînin, li hemberî wan şer kir û ser ket. Niha ev derî ji bo têkliya Rojavayê Kurdistan û Iraqê tê bikaranîn.

Kobanê di bin kontrola YPGê de bû, lê DAIŞ êrîş li ser pêk tanîn.

 

2014

 

Di Çileya vê salê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi fermî li Rojavayê Kurdistanê hat îlan kirin. Rojava bû sê kanton Cizîr, Kobanê, Efrîn.

Di Îlona heman salî de DAIŞê êrîşên mezin li ser Kobanê da dest pê kirin. Bajarê Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kir. Şer û pevçûn di navbera hêza YPG-YPJ û DAIŞê de derket û bi hezaran sivîl koçber bûn.

Di Cotmeha 2014an de Hevpeymaniya Navnetewî ya biserkêşiya Amerîkayê, cara yekê piştgiriya hewayî da yekîneyên YPGê.

 

2015

 

Ev sal sala serkeftina bû. Di Çileya 2015an de YPGê piştî şerê 4 mehan Kobanê rizgar kir.

Di 10ê Cotmeha 2015an de bi pêşengtiya YPGê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat damezrandin. Hemû pêkhate weke Ereb û Suriyan di nav de cih girtin.

Di 15ê Hezîranê de YPG, YPJ û yekîneyên Ereban, DAIŞ ji Girê Sipî derxistin û bajar bi giştî kontrol xistin. 

Di heman salê de Rêveberiya Xweser dest bi avakirina Hêzên Ewlehiya Hûndirîn a Asayîşê kir, perwerdeya bi zimanê Kurdî da despêkirin û li hin herêman hilbijartinên herêmî çêbûn.

 

2016

 

Di 17ê Adara 2016an de, Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Kurd, Ereb û Aşûrî di konferansekê ku li Rimêlan pêk hatî de, federasyona Rojava ragihandin.

Di 28ê Çileya a 2016an de, piştî civîna Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê ya ji 151 endaman, destûr hate pejirandin. Navê herêmê bû "Federasyona Demokratik a Bakurê Sûriyeyê" li şûna Rojava.

Operasyonên leşkerî yên mezin

Destpêka Şibat - Adara 2016’an DAIŞê êrîşê bajarê Girê Spî kir. Ev êrîş ji aliyê hêzên HSDê ve hate şikandin û têk birin. Di encama pevçûnê de bi dehan kes ji DAIŞê hat kuştin, gelek wendahiyên QSDê jî çêbûn û bi dehan sivîl jî brîndar bûn.

16ê Şibatê: Hêzên HSDê, bi piştgiriya hewayî ya Amerîkayê, dest bi êrîşekê kirin da ku bajarê Şedadê ji destê DAlŞê rizgar bikin.

21-30ê Gulanê: Êrîşa li ser gundewarê bakurê Reqayê dest pê dike, operasyon ber bi rizgarkirina Reqayê ve diçe. Tê de nêzî 23 gundan hatin rizgarkirin.

Êrîşa Minbicê bi pêşengiya HSDê û piştgiriya hewayî ya DYAyê pêk hat. 

Di 12ê Tebaxa 2016an de bajar bi temamî ji DAlS’ê rizgar kir.

Di dawiya sala 2016an de, operasyona Reqayê (Operasyona Xezeba Firatê) dest pê kir. Operasyon heta sala 2017an berdewam kir. Armanca operasyonê ew bû ku paytexta DAlŞê yên li Reqayê kontrol bikin.

Di Tebaxa 2016an de, li bajarê Hesekê di navbera hêzên HSDê û hêzên hikûmetê de pevçûnên tund derketin. Tê de hejmarek sivîl hatin kuştin.  

Di 18ê Tebaxê de, hikumeta Sûriyê cihê YPGê û balafirên xwe ên li Hesekê bombebaran kirin, ji ber ku Kurdan daxwaza vekişîna Meclisên Parastina Neteweyî ji bajarê Hesekê kirin.

Di Tebaxa 2016an de, Tirkiyeyê operasyona "Mertala Firatê" da destpêkirin. Bi armanca derxistina DAlSê ji sinorên xwe û pêşîgirtina li berfirehbûna herêma di bin kontrola YPGê de. Ev operasyon bû sedema parçekirina herêmên Kurdan û veqetandina Efrin ji kantonên din ên Rojava.

Di 27ê Tirmeha 2016an de, DAlŞê bi du wesayitan ên bombebarkirî êrîşî bajarê Qamislo kir. Di encamê de 57 kes hatin kuştin û zêdetirî 171kes birindar bûn, di nav wan de endamên hêzên ewlehiyê û sivîl jî hebûn.

 

2017

 

HSD bi piştgiriya koalisyona navneteweyi, dest bi êrîşeke berfireh li ser bajarê Reqayê kirin, ku DAIŞê wekî paytexta xwe bi nav dike. Pişti şerên dijwar, Reqa di Cotmeha 2017an de bi tevahî hate rizgarkirin.

 

2018

 

Dagirkirina Efrînê

Di 20ê Çileya 2018an de Tirkiyeyê operasyona leşkerî ya bi navê "Şaxê Zeytûnê" da destpêkirin .Aliyên Sûrî yên ji aliyê wê ve têne piştgirîkirin tevlî bûn, êrîş li diji herêma Efrîn du mehan dom kir.

Ketina Efrînê di 18ê Adara 2018’an de, bû sedema koçberiyeke mezin û binpêkirinên mafan li dijî sivîlan.

2019

 

Di 9ê Cotmeha 2019an de, li ser sînorê Tirkiyeyê operasyoneke leşkerî bi awayekî berfireh bi navê "Kaniya Aştiyê" dest pê kir.

Tirkiyê bi alikariya komên hevalbendên xwe yên Sûrîyeyê bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî dagirkir. Di encama vê operasyonê de bi sedan sivîl hatin kuştin û bi deh hezaran koçber çêbûn.

Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê balafir, teqemenî û çekên ku li gorî raporên mafên mirovan qedexe ne, bi kar anîne.

 

2020-2021

 

Di van salan de, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ku ji aliyê wan ve tên birêvebirin, êrîş li ser bajarên Eyn Îsa û Til Temirê zêde kirin.

Di sala 2021an de kuştinên bi dronan zêde bûn, kesayetên navdar ên QSD û Rêveberiya Xweser hedef dihatin girtin.

 

2022

 

Di nîvê sala 2022an de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef xwar ku dê operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Rojava bide destpêkirin. Armanca wî ew bû ku di nav axa Sûriyeyê de herêmeke ewle bi kûrahiya 30 km were avakirin.

Gef li ser bajarên wekî Til Rifat, Minbic, û Kobanî bû.

Tirkiyeyê êrîşên hewayî li ser cihên HSD zêde kiriye. Di heman demê de li dijî rêberên HSD û YPJ êrîş pêk dianî. 

3 êrîşên DAIŞê li nav kamp û girtîgehan

Di Çileya 2022an de, DAlŞê êrîşeke mezin li ser zindana el-Sinaa li Hesekê da destpêkirin da ku endamên xwe azad bike.

Êrîş bû sedema şerekî dijwar ku bi rojan dom kir. Bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navneteweyî hat têk birin.

 

2023

 

Di vê salê de êrîşeke berfireh a dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û topan dest pê kir.

Tirkiyeyê êrişên xwe yên li ser deverên weke Kobanê, Til Temir,Qamişlo, Serê Kaniyê zêde kir. 

Bi dehan êrîşên hewayî bi dronan hatin kirin. Fermandarên QSD û YPJ bûn hedef. Her wiha, binesazi (santralên elektrikê, dibistan, nexweşxane) hatin bombebarankirin.

Di heman deme de, DAIŞê êrîşên xwe li ser Kampa Holê, li hin deverên Dêra Zor û Hesekê berdewam kirin. HSDê bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî operasyoneke berfireh a paqijkirinê da destpêkirin.

Di heman salê de, di navbera HSDê û hin eşîrên Ereb de li Dêra Zorê, şer û pevçûn derketin. Vê hişt ku li Dêra Zorê alozî zêde bin.

Di vê salê de Rûsyayê hewl da, ji bo razî kirina rêveberiya xweser ku bigihêje rêkeftinekê bi Şamê re.

 

2024

 

Sala 2024an de berdewamiya zextên leşkerî yên dewleta Tirkiyê bû. Rêveberiya Xweser di gelek astengiyan de bû. Ji derve Tirkiyeyê û ji hundir ve rejîm DAIŞ û aloziyên di navbera eşîran de krîzên aborî.

Zêdebûna êrîşên dronan ji aliyê Tirkiyê ve berdewam dike.Di hin êrîşan de sivîl û zarok hatin kuştin. Ev yek jî bû sedema şermezarkirina herêmî û navneteweyî.

Aloziyên ku di sala 2023an de dest pê kirin, berdewam kirin.

Bi taybetî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, di navbera HSDê û hin eşîrên çekdar de pevçûnên nû dest pê kirine.

Tevî êrişên asmanî yên hevpeymaniyê jî, şaneyên DAIŞê çalakiyên xwe li Gundê Hesekê, Kampa Holê berdewam kirin.

Di 27ê Mijdarê de HTŞ û SMO ku bi serkirdetiya Colanî ji Îdlîbê ber vî Helebê ve êrîş dan destpêkirin. Li hember êrîşan rejîma Esad-BAASê nekarî berxwe bide, Rûsya û Îran jî piştgirî neda, rejîma Esad-BAASê ku 61 sal bû li ser deshilatê bû rûxiya. Colanî bû Serokê nû yê Sûriyê. 

Rojavayê Kurdistanê ku di 19 Tîrmeha 2011an de rêveberiyên xwe îlan kiribûn, bi ketina rejîma Esad-BAASê hebûna xwe xurttir kir.

 

2025

 

Di 7ê Çileya 2025an de, li Bendava Tişrînê, bi beşdariya Ereb, Kurd, Ermenî û Êzidiyan, xwepêşandanên şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê dest pê kirin.

Di roja yekem a xwepêşandanên li diji karwanên ku ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin hedefgirtin. Di vê êrîşê de pênc sivil hatin kustin û 15 kes jî birîndar bûn.

Adar

 

Êrîşên li ser komên xwepêşanderan berdewam kirin, 25 sivîl hatin kustin û zêdetiri 240 kes birîndar bûn.

ji Kanûna 2024an vir ve

Ji Kanûna 2024an vir ve êrîşên bi balafirên bêmirov binesaziyên giring ê av û elektirîkê bi taybeti li Minbic û Kobaniyê hedef girtine, di encamê de 4 milyon welatî bê elektrîk û av mane.

Êrîsên DAISê di mehên Çile-Heziranê de ji nû ve dest pê kirin.

Di meha Çile de, li nêzikî Dêra Zorê, kemînên DAISê hatin kirin û

gelek endamên HSDê hatin kustin.

Di meha Nîsanê de, Asayîş û YPJ li kampa Roj a nêziki Dêrikê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn û çend hevkarên DAIŞê girtin.

Di meha Adarê de, di navbera serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şere û fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) Mezlûm Ebdî, peymanek hate îmzekirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24