Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi şandeya DEM Partî re civiya

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi şandeya DEM Partî re civiya û diyar kir ku ew ê hewldanên xwe ji bo pêngava aştiyê zêdetir bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nivîsîngeha Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK), da xuya kirin ku civîn, li Navenda Mekteba Siyasî ya li Silêmaniyê hat lidarxistin.

Di civînê de, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Çîdem Kiliçgun Ucar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk û Parlementerê DEM Partiyê Bedran Ozturk, Cengîz Candar amade bûn.

Talebanî pabendbûna xwe bi pîvanên Mam Celal piştrast kir û diyar kir ku ew ê hewlên xwe yên ji bo xurtkirina biratî û xwişktiyê, ji bo serkeftina înîsiyatîfa aştiyê zêde bike, ji ber ku ev proje, dikeve xizmeta temamê gelên herêmê.

Di civînê de, li ser vekirina Balafirxaneya Silêmanî jî hat nîqaşkirin û şandeya DEM Partî daxwaza xwe anî ziman ku di demek nêz de, qedexeya li ser Balafirxaneya Silêmanî bê rakirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24