Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 21 kes hatin kuştin

Hêza Hewayî ya Ûkraynayê got ku Rûsyayê şeva borî bi 629 dron û mûşekan xaka Ûkraynayê armanc girt. Di encamê de 4 jê zarok 21 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn. Her wiha parçeyên mûşekan li ofîsa YE û Konseya Brîtanî ketin, piştî êrişê ofîsa YE û Konseya Brîtanî gazî nûnerên xwe yên li Rûsyayê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema civîna Alaskayê ya navbera Putin û Trump de, ev êrişa Rûsyayê ya herî dijwar e.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky da zanîn ku êriş nîşan dide ku Rûsya niyeta wê nîne ku şer bi dawî bike.

Zelensky li ser medyaya civakî got:

 “Ev mûşek û dronên êrişê yên Rûsyayê ji bo her kesê li cîhanê banga agirbestê dikin bersiveke eşkere ye. Rûsya li şûna maseya dan û standinê, mûşekan hildibijêre.”

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump li Ûkraynayê Keith Kelog got ku êriş gefê li pêşinyarên Trump ên ji bo bidawkirina şer dixwin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24