Serokê îstixberata Iraqê Hemîd Şetrî li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Sûriyê kir û bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şeri re civiya, li ser rewşa ewlehî, aborî û sînorên di navbera her du dewletan de, nîqaş kirin.
Her du aliyan tekez kirin ku axa Sûriyê yek parçeye û aramiya Sûriyê faktorek sereke di ewlehiya herêmî de ye.
Her wiha li ser rewşa aborî, bi taybetî aktîvkirina bazirganiyê û vekirina bendergehên bejayî di navbera her du welatan de, hatin nîqaşkirin.
Çavkaniyekê ji medyaya Iraqî re ragihandibû ku, her du aliyan li ser çend girtiyên komên çekdar ên li Şamê nîqaş kiribûn, ku ji hêla rayedarên nû yên Sûriyê ve bên berdan.