Hêzên mezin ên Rojavayî, di nav de Amerîka, Kanada û Brîtanya jî hene roja Çarşema borî ragihandibûn ku ew ê cezayên Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser Tehranê ji nû ve bisepînin û cezayên nû li ser bernameyên atomî û mûşekî yên Îranê zêde bikin.
Cezayên NY yên li ser Îranê sepandibû ji sala 2006'an ve ku di 2015'an de hatibûn seknandin lê 2018'an dîsa ketin dewrê ev in:
Qedexekirina firotinê û veguhastina çekan (bi taybetî çekên balîstîk). Qedexekirina pêkhate û teknolojiyên girêdayî bernameya atomî.
Sekinandina sermiyan û çavkaniyên saziyên Îranê yên ku bi bernameya atomî ve girêdayî ne.
Girtina geştê kesan ku bi bernameya atomî an mûşekî re têkiliya rast an nerast hene.
Zext li bank û rêxistinên darayî yên ku alîkariya bernameya atomî dikin.
Duh jî bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê R.Tayyîp Erdogan, biryara sepandina cezayê li ser 20 kesayetî û 18 saziyên Îranî yên ku bi çalakiyên atomê re têkildarin, hat dayîn.
Di biryarê de; "kes û rêxistinên ku beşdarî bernameya pêşxistina atomî ya Îranê bûne, wekî şirketên keştîvaniyê, şirketên enerjiyê û navendên lêkolînê" hatine armanckirin.
Saziyên ku ceza li wan hatiye sepandin ev in: Rêxistina Enerjiya Etomî ya Îranê, Banka Sipah, Banka Navneteweyî ya Sipah, Navenda Lêkolîn û Hilberîna Sotemeniya Etomî ya Îsfehanê, Navenda Teknolojî ya Etomî ya Îsfehanê, Navenda Lêkolînên Etomî ya Kerecê, Navenda Lêkolînên Çandinî û Bijîşkî ya Etomî, Kompanyaya Keştîvaniyê ya Îran-Hindistan, Kompanyaya Enerjiyê ya Novin û Pars Tarash, Kompanyaya Cabir bin Heyan, Kompanyaya Pîşesaziya Enerjiyê ya Pîşgam û Keştîvaniya Başûrê Îranê.
Kesên ku mal û milkên wan hatine cemidandin jî ev in: Behmen Eskerpur, Mihemed Fîdayî Aşiyanî, Ebas Rezayî Aşiyanî, Hale Bextiyar, Murteza Behzad, Husên Husênî û çend kesên din.
Ev biryar piştî hevdîtina Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump a di 25'ê Îlona 2025'an de pêk hatî, hat standin.
Tê texmînkirin ku hevdîtina Trump û Erdogan bandorê li ser pêwendiyên stratejîk û siyaseta Tirkiyeyê ya bi Îranê re bike.
Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de, di sala 2006 û 2015'an de jî ceza li ser hinek kes û saziyên Îranê sepandibû.