Îsraîla Mezin û girêdana wê bi Tewratê re

Netanyahu careke din projeya Îsraîla Mezin ku xwe dispêre Tewratê xist rojeva cîhanê. Îsraîl dibêje ew ê plana Dewleta Îsraîla Mezin pêk bînin. Li gor wê jî nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Gelo avakirina dewleta "Îsraîla Mezin" ji ku tê, ka em bi hev re wê nas bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berî çend rojan Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu li ser rewşa dawî ya şerê Xezeyê ragihand ku ew li ber avakirina dewleta "Îsraîla Mezin e".

Gelo avakirina dewleta "Îsraîla Mezin" ji ku tê, ka em bi hev re wê nas bikin.

Îsraîla Mezin an jî tevahiya Welatê Îsraîlê, hevokek e ku li gorî şîrovekirina Cihûyan a Tewratê behsa sînorên Îsraîlê dike.

Îsraîla Mezin carinan wekî Welatê Sozdayî jî tê binavkirin.

Li gorî Tewratê, Xweda peymanek bi Birahîm re çêkir û got: "Ez vî welatî, ji çemê Misrê heta çemê mezin yê Firatê, didim dûndana te."

Li gorî vê îdiayê, sînorên erdê Îsraîlê hemû axên ku di sala 1948'an de hatine dagirkirin, navenda Filistîne, Xeze û Bilindahiyên Colanê dihewîne.

 

Sînora Îsraîla Mezin: Ji rojhilata çemê Nîlê heya rojavayê çemê Firatê ye

 

Her wiha Damezrînerê Sîyonîstên Cîhanî Theodor Herzl jî li ser sînora dewleta Îsraîla Mezin nirxandin kiriye û dibêje: "Sînora dewleta Îsraîlê ji rojhilata çemê Nîlê heya rojavayê çemê Firatê dirêj dibe."

Ev sînor ji rojhilata Nîlê ta Sîna, ji bakurê Siûdiyê ta Kiweytê, pişt re Filistîn û Urdun, ji Iraqê ta çemê Firatê û ji aliyê bakur jî ta Lubnan û Sûriyê diçe.

 

Li gorî Tewratê axa ku Cihû lê mane mafê wan heye lê vegerin

 

Li gorî Telmodê ew jî weke şîrovekirina Tewratê ye, dibîne ku kîjan ax Benî Îsraîl ango Cihû lê mane, ev yek berî 3 hezar sal be jî, mafê Cihû heye ku li cihên xwe vegerin.

Ka em bi hev re nas bikin ku cihû li kîjan welatan belavbûne an jî mane.

Pêxember Yakûb an jî Îsraîl li Hîksosê (Filistînê) jiyan dikir, ji bo biçe gel kurê xwe Yûsêf koçî Misrê bû.

Piştî Yakûb Mûsa derket û ji Misrê ber bi çolistana Sîna yê ve çû.

Piştî Mûsa jî Yoşe Ibnî Nûn ya ku Orşelîm (Quds) vekiriye, derket.

Her wiha di serdema Dawûd û pişt re Suleyman de jî jiyana Benî Îsraîl li Qudsê geş bûbû.

Di wê demê de, qiralê Babilê (Iraq) Suleyman têk bir û Orşelîm dagir kir û gelê Cihû kuşt û yên mane jî dîl hat girtin.

Lê belê piştî ku qirala Persan Babilê dagir dike, dîlên Cihû tên berdan û bi dagirkirina Kananê (Filistîn) hêşt ku gelê Cihû vegerin Orşelîmê.

 

Cihû di sala 135 PZ de li ser rûyê erdê belav dibin

 

Hewildanên dawiyê yên Cihûyan jî dema li dijî Romaniyan li Orşelîmê şoreşekê pêk tînin.  Lê Cihû têk diçin û di işkence û qirkirnê re derbas dibin.

Her wiha Beyt El Meqdis ji aliyê Romaniyan ve tê rûxandin û piştî vê bûyerê di sala 135 PZ de, pêvajoya belavbûna Cihûyan li ser rûyê erdê dest pê dike.

 

Cihû di sala 1948'an de dibin xwedî dewlet

 

Lê ema piştî ku Îsraîl xaka Filistînê di sala 1948'an de dagir dike, Cihû ji nû ve li ser axekê kom dibin û dibin xwedî dewlet.

Cihû weke fikir olperest in, bi bawarî û Tewratê ve girêdayî ne, li gorî pirtûkên pîroz ji wan re hatiye gotin ku ew gelê xweda yê sereke ne, ji ber vê yekê jî hîn zêdetir bi ol ve tên girêdan. Li ser vê bawariyê jî Tewratê çi gotibe pêk tînin.

Lewra jî niha Îsraîl dixwaza nexşeya Rojhilata Navîn biguhêre û welatên ku li gorî Tewratê Cihû lê mane vegerîne û kontrol bike.

Li ser vê yekê Benyamîn Netanyahu plana avakirina dewleta Îsraîla Mezin pêşkêş kir û got: "ev yek peyameke dîrokî û rewanî hildigire ku wê ji nifşekî bo nifşekî din were veguhestin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24